Hoppa till huvudinnehåll

Om Vänsterpartiet på kurmanji

Ewleyîya te berpirsîyarîya sîyasetê ye

Em dixwazin Swêdeka bi hêztir ava bikin ku li wir ji bo her kesê ku bixwaze ji xwe re jîyanek baştir peyda bike îmkan hebin.

Hemû kesên ku li Swêdê dijîn dê bikaribin di mala xwe û di taxa xwe de bi ewle bijîn. Îro ekonomîyeka ku li ser bazirganîya narkotîkê û desthilatdarîya çekan hatîye avakirin heye. Divê gumruk û polîs vê ekonomîyê rawestîne. Ev şîdeta kujek, zirarê dide her kesê ku di wan taxên ku çeteyên krîmînel û tawankar lê bi hêz in de niştecî ne. Divê zarok ne hewce bin ku di jîngeheka bi şîdet û tawankarî de mezin bibin û bawer bikin ku şîdet û tawankarî ji xwendinê baştir e.

Hingê ji bo perwerdeyê îmkanên baş û bi edalet pêwîst in. Xwendegeh bûye cihê cudakirina nijadî. Kesên ku di destpêkê de xwedîyê îmkanên baş in, diçin dibistanên baş, lê kesên ku ji herêmin feqîr û hejar in jî diçin dibistanên ku îmkanên xwe kêm in. Xwendegehên Swêdê bûne qadên bazirganîya grûbên şîrketan. Ev grûbên şîrketan bi hev re ketine pêşbirkeyê ku kî dikare li ser pişta zarokan ji bacdaran pirtir pere qezenc bike. Em dixwazin kara van şîrketan rawestînin. Divê dibistan ji bo hemû zarokan cihê perwerdeyeka baş be. Ev perpirsîyarîya sîyasetê ye.

Em ê ewlehîyê bi hev re ava bikin. Hewcedarîya her kesî bi formeka karmendîyê ya ewle û bi jîngeheka kar ya pê piştrast û ewle heye. Divê kesek neyê dîskrîmînekirin û tûşî şîdetê neyê. Divê em pê bawer bin, dema ku em nexweş bin yan jî bêkar bimînin, em ê alîkarîyekê werbigirin ku em bikaribin kirêya xwe û çûnên xwe yên zarûrî yên din bidin. Dema ku em teqawid dibin, divê teqawidîyeka me hebe ku em bikaribin pê bijîn.

Her weha ewleyî tê wateya ji zarokên xwe re hiştina dinyayeka jîyanbar e jî. Divê em bizanibin ku guhertinên avûhewayê yên ku li ser jîyana dinyaya me bandorê dikin, dikarin bên rawestandin.

Partîya Çep dixwaze kontrola demokratîk ya li ser civaka refahê, sîyaseta xanîyan û binesazîyên wek elektrîk, hesinrê û trafîka kolektîf ya din paşde bigire. Bes civakeka bi hêz dikare pirsgirêkên guhertinên avûhewayê rawestîne, bêedaletîyên aborî kêm bike û ji bo her kesê ku li welatê me dijî re pêşerojeka baştir peyda bike.

Wezîfeya siyasetê ew e ku biguhere û berpirsîyarîyê bigire. Divê sîyasetmedar berpirsîyarîya xwe ji ser xwe nevêjin û nekin stûyê bazarê ango şîrketan yan jî takekesan.

Partîya Çep nîşan daye, dema ku em şertan daynin û rola xwe bilîzin erka ku hilbijêrên me daye me em bi cih tînin. Ku tu dixwazî di dewsa sîyasetmedarên ku bes dipeyivin de yên ku kar dikin bibînî, dengê xwe bide Partîya Çep.

Texten ovan finns för tryck och för utskrift på skrivare.

Se också filmen där Yekbun Alp, ledamot av Vänsterpartiets partistyrelse, berättar om partiets valfrågor på kurmanji. Dela den gärna med vänner och bekanta!